Stranbêj | Bülent Turan - Li Amedê
Stranbêj  > B > Bülent Turan > Li Amedê
Bülent Turan - Li Amedê

More of Bülent Turan

Li Amedê

Serî rakir berbang li ser sînga me,
Li ser çeman herikî can dilê me,
Êdî rengê tirsê ma li ser çava,
Li Amedê, li Amedê, li Amedê...

Her pirs xemgîniyekê dijware
Her bersiv serhildana bê hempa ye
Teyrekê birîndare jiyan
Li Amedê, li Amedê, li Amedê

Helbest:
Îro li nava bajarê Amedê kesek kuştin
Lê lê dayê
Xwezî ez teyrekî birîndar bûma
Minê xwe berda li nava kuçê Amedê
Minê destê wî kesî bigirta
Û hilda bibira ber behra Wanê

Kirasê mirinê li xwe kirine
Kolan çavê xwe bi xwîn şûştine
Bê sewal bê dadgeh kuştine
Li Amedê, li Amedê, li Amedê

Helbest:
Lê lê dayê por kurê
Kes nizane ev kula di nava dilê Amedê de çima ewqas mezin bûye,
Ew kesê bê navûnîşan, li Amedê kuştin.
Di navê axekî bê nav û bê nîşan veşartîbûn.
Dibêjin kes nizane kê kuştiye, kê kuştiye.