Stranbêj | Brader - Ez Şehîdek Bê Nav Im
Stranbêj  > B > Brader > Ez Şehîdek Bê Nav Im
Brader - Ez Şehîdek Bê Nav Im

More of Brader

Ez Şehîdek Bê Nav Im

2x
Ez şehîdek bê nav im
Tirba min ne xuyayî
Şevek teqîn û nalîn
Stêrka min rijîyayî

2x
Belkî l'serê çîyakî
Belkî l'ser zinarekî
Li ser darekî kizwanê
Min navê xwe kolayî

2x
Mirina bi mêranî
Xweştire ji bindestayî

2x
Ez şehîdek bê navim
Hûn warê min nizanin
Li bajarê Cizîrê li qeraxa wê avê

Heeyyy, heeyy

2x
Carna sûka li cê min ku agir dabû navê
Li bajarê Amedê binê dara çinarê

2x
Sî û sê sipîndar im carna li Gola Wan ê

Heyyyy

Ez şehîdek bênav im
Ez im termê windayî
Ez im Çemê Qesaban
Dil û gurçik firyayî

Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ezim Çîyaye Agirî gel namluyên çiryayî
Li bajarê Amedê agir li xwe pêçayî
Ez im derya Mêrdînê xezala çav rijayî
Ez im Sîpanê Xelatê Xecê li ser giryayî

Ez şehîdek bê navim
Hûn warên min nizanin
Li bajarê Helebçe
Zarokê li ser desta me

Heyyyyy

Li bajarê Mehabad
Şehîdê Çarçira me
Li bajarê Amûdê
Li nav agirê sînema me
Li welatê xerîbîyê Braderim ez..