Stranbêj | Dîno - Ez zarokêk bênavim
Stranbêj  > D > Dîno > Ez zarokêk bênavim
Dîno - Ez zarokêk bênavim

More of Dîno

Çû
Dereng Neyê
Ez zarokêk bênavim
Gava tu cû (Pistî te)
Gula Dilê Min
Lê Dayê
Nesrîn
Oy Yarê
Were

Ez zarokêk bênav im
Navê min winda bûye
Nahêlin bêm bîra xwe
Jiyan li min tarî ye

Ez mirim Helepçê da
Bêdeng li nav xewê da
Kesekî ez nedîtim
Nav pelên dîrokê da

Ez zarokek bênav im
Koçber im, Mexmûran da
Bê ewlekarî dijîm
Bin siya mirinê da

Navê min di dadgehan da
Bihara ciwaniyê da
Biryarm' hate girtin
Bi penûsên qirêj va

Ez keçikek biçûk im
Kolanên Mersînê da
Bûm çalakvanek hemdem
Kevirê min destê min da

Davêjim pêşerojê
Bo xatirê vê dozê
Davêjim pêşerojê
Bo xurttir bikim dozê