Stranbêj | Dîno - Gava tu cû (Pistî te)
Stranbêj  > D > Dîno > Gava tu cû (Pistî te)
Dîno - Gava tu cû (Pistî te)

More of Dîno

Çû
Dereng Neyê
Ez zarokêk bênavim
Gava tu cû (Pistî te)
Gula Dilê Min
Lê Dayê
Nesrîn
Oy Yarê
Were

Gava tu çû
Dil ma li dû…
Ez û ez man rûbirû…

Evîn dijwar e,
Tev pêt û ar e.
Birînên xedar mane bêçare…

Bi hêvî bûm,
Min gotê were,
Min ji ku zanîbû,
Tu venagere…

Ez canê te bûm,
Tu cana min bû
Ji te qetandin,
Bo min mirin bû…

Ez nêzî te bûm
Tu dûrî min bûy,
Ez tim ê te bûm,
Tu ya yekî din bû…

Ez mirî me
Tu zindî ye,
Min ji ku zanîbû,
Te min kuştiye…

Ez Memê te bûm,
Tu nebûyî Zîn.
Piştî tu çuyî,
Bûm har û dîn…
Ketim ranebûm,
Carek şa nebûm.
Ên ku min dikuşt,
Xeyalên te bûn…
Dilê min sêwî
êşeke bêdawî.
Nema zindî dibin,
Hêviyên mirî…