Stranbêj | Mehmet Atli - Gelawêj
Stranbêj  > M > Mehmet Atli > Gelawêj
Mehmet Atli - Gelawêj

More of Mehmet Atli

Ay Lê Gulê
Bazdam Bazdam
Bê Zeman û Bê Ziman
Çavê Min Ronî
Dengê Dilê Min
Fedî
Gelawêj
Havîn î
Jahr
Kol î Poşman
Lo Şivano
Mihemedo
Negrî Negrî
Pismamo
Wey Gidî
Ya Erê Ya Na

Spiya berfê ne paqij e
Ne zelal e av, qasê dilê te
Ronî dide mîna rojê
Ne delal in kulîlk qasê rûyê te

Porê te kej e
Çavê te gelawêj e
Dişewitîne dihelîne
Bejna te min dikuje

Ne bes e sekinîm li ber deriyê wî dilê te
Ne bes e şewitîm, peritîm, cemidî me
Ne bes e bêje, tu û Xwedê bêje
Ez nabêjim, tu bêje

Stêrka sibê tu yî
Tîna rojê tu yî
Germa havînê
Bêhna biharê tu yî

Delala min tu yî
Hevala min tu yî
Bê lome be
Zalima min tu yî

Kulîlka heftreng î
Jêhatî, pir şeng î
Guh bide vî dengî
Ma ne dujminê min î

Nesîbê min tu yî
Qedera min tu yî
Ji Xwedê ve eyan e
Soxîna min tu yî -