Stranbêj | Saro - Ez Kurdistan Im
Stranbêj  > S > Saro > Ez Kurdistan Im
Saro - Ez Kurdistan Im

More of Saro

Ax Welat
Ez Kurdistan Im
Numan

Dîsgotin:

Ez Kurdistan im, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê giran im,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim,
Ez Kurdistan im, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê miran im,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim

Rist 1:

Ez ax im, ez av im, ez bahoz im, ez agir im,
zivistanim, payîz im, ez bahar im, ez havîn im,
Mahabad im û Qamîslo. Hewlêr û Amed im,
ez bakûr im, başûr im, rojava û rojhilat im,
ez axa zîv û zêr im, pêtrol im, dewlemend im,
şînahî me, ez kulîlk im, kesk u sor u zer im,
xwezayê bedew im û Ararat û Zagros im,
ez Serhed û Bedînan, ez Dêrs im û Botan im,
kanîye jêri me u gole ûrmîye û Wan im,
ez Avaşîn û Mûnzûr, Dîclê û Fêrat im,
ez Nemrûd im, Heskêf im, ez Mêm u Zîn im
ji bo mirovahiyê li ser çiyaye Cudî ye lîman im,
rojê dertîn im, Newroz im, Kawayê Hesinkar im,
ez Zerdeşt im, Selhedîn im, Ez Pîr Sultan im,
Nevîye Sumêr, keçê med im, ez dîrok im,
ez gel im, ez ax im, ez Kurdistan im

Dîsgotin:

Ez Kurdistan im, bûka cîhan im, cîhê mêranî, şerê giran im,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim,
Ez Kurdistan im, bûka cîhanim, cîhê mêranî, şerê giran im,
kanîyê jînê, warê hebûnê, hêvîya we me, rojê dertînim

Rist 2:

Ez tîrêj im, ez pêlim, berf im û baran im
ez Teyrêbaz im, ezman im, ez bayê zozan im,
ez barê giran im, kul û birîna hezar salan im,
ez xwîne axa sor im, zext û zilmê ra qurban im,
ez hêsir im, bindest im, ez girtîyê zîndan im,
leşkerê rojê me, xweparêz im, ez berxwedan im,
ez evîndar im, sibê serxwebûn im, sibê rizgar im,
ez welat im, netew im, dilê rojhilate navîn im,
ez zarok im û dayik im, qazî me û şêhîd im,
wekê Egît û Mazlûm û Kêmal Pîr im,
Qehreman û Bêrîtan im, Zîlan im, ez Bêrîvan im,
destê xwe radik im, serê xwe dihejîn im,
wekê Mele Mustafa, şêx Seid û Bedirxan im,
bist û neh caran serê rakir im, ez serhildan im,
têkoşîn im, şerê giran im, ez bawer im û armanc im,
ez hêvîya azad im, ez Kurdistan im