Stranbêj | Kawa - Nazê
Stranbêj  > K > Kawa > Nazê
Kawa - Nazê

More of Kawa

Heliyam
Hucra Tari
Nazê
Newroz

Naza delal de tu berde naziyê xwe
Were ji min re bêje çiye halê te
Ma ji xeynî te bedew nemane
Bedewiya te bila bixwe serê te

Lê nazikê lê nazê nazdarê
Çima ji naziyê xwe nayê xwarê
Naziya meke lê nazê nazdarê

Nazê ji destê ax û eman
Kanî soza te dabû min sala par
Sal û dem li min diherikî weke av
Ji ciwaniya min te emrê min xwar

Te ez kuştim nazê bi awirê çavan
Tenê hiştim herdemê her caran
Min got were tu nehat ez heyran
Êdî ji min neke gazin û loman